Nujiyan.net
LI BOTANÊ KOVARA "HAWARA BOTAN
Li bajarê Cizîra Bota, kovara Wêjeyî, çandî, hunerî û dîrokî bi hejmara xwe ya yekem derketa pêþberî xwendevanên zimanê kurdî. Kovar di meha Îlonê de derket û navanda wê jî Cizîra Bota ye. Lê mixabin Edîtor û xwedîyê kovarê Mîrza Ronî roja ku kovar gihiþte Þirnexê hate girtin û niha dî Girtîgaeha Amedê de ye. Ango Mîrza Ronî hejmara kovara HAWARA BOTAN a yekem hîn jî nedîtiye.
Naveroka kovara Hawara Botan, bêhtir, ji berhemên nivîskar û helbestvanên herêma Botanê sazkiriye. Lê dîsa gelek nivîskarên kurd bi nivîsên xwe kovara xemilandine. Bi taybetî jî nivîsara Sînemxan Celadet Elî Bedirxan moraleke xurt daye berbirsîyarên kovarê.
Di destpêka kovarê de sernivîsa “Ji edîtor” sedemên derxistin û armancên kovarê peþkeþ dike. Di vê nivîsarê de bersiva “Çima hawara Botan”  xweþ hatiye nivîsandin. Û dibeje kû ev di dîroka zimanê Kurdî de Hawara edebî ya sêyemîn e. Ya yekemîn, ya Celadet Elî Bedîrxan, ya duyemîn a Ferhat Kûrtay û rêhevalên wî bû. Kovara Hawara Botan weke hawara sêyemîn xwe dide der. Armanca kovarê ji Heremê Botanê dengekî nû bixe nava wêje û çanda kurdî de.  Ji ber vê yekê jî, derketina kovarake li Botanê wêjeyî dê tesîreke baþ li wêjaya kurdî bike.
Di Kovarê de, nivîsarên, Sînemxan Celadet Elî Bedîrxan, Zekî OZMEN, Hasan OZGÛNEÞ, Mîrza RONÎ, Konê REÞ, Rukiye OZMEN, Ceng HÊVÎDAR,  Azad ZAL, Hasîp YANLIÇ,  Mesût BOTAN, Omer DILSOZ, Veysel VESEK, Diyar BOHTÎ,  Fatma RONÎ, Emîn BANEHÎ, Ayþegul DOXAN û Mahmut HOCAOXLU cî girtine. Þivan ZEREN, Eþref KEYDANÎ, Rojhat PILING; Berken BEREH, Çekdar BOTAN, Mem BAWER, Hasan KAPLAN,Bager BOTANÎ bi helbestên xwe di kovarê de cî digirin.
Kovara HAWARA BOTAN li Cizîra Bota derdikeve û kesên bixwazin kovarê bistînin û bibin abone re navnîþan û telefon û emaîl li jêr nivîsandîne.
Tel: 0544 5862076
Maîl: kovarahararabotan@hotmail.com
Navnîþan: Hawar Kîtap kafe,
Dîcle Mah. Doðan Sk. Yüksekokul karþýsý No:2/Cizre Þýrnak
hejmara 9emin a Kovara HINAR derket
Hejmara nû ya kovara Hinarê derket. Hinarê di vê hejmara xwe ya 9’an de gelek nivîs,çîrok û helbest weþandiye
Di vê hejmara kovara wêjeyî, çandî û hunerî Hinarê de H. Kovan Baqî nivîseke li ser romana Cihan Roj nivîsiye. Baqî, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Çîrokbêjiyeke ji navê w- berjêr li ser “meþa moriyan”” de romana Roj nirxandiye. Berfo Barî jî bi Veysel Çolak re hevpeyvînek kiriye û weþandiye. Ehmed Belek jî ku “Mîrname berhek helbestîn e” nivîsiye, Çiya Mazî jî nivîsa xwe “Dara Bihîvê” weþandiye. Her wiha Cihan Roj jî bi nivîsa xwe ya “Rewþen û rastiya nifþê nodê” nivîseke weþandiye.
Her wiha di kovarê de kesên wekî KAWA NEMIR, TOMRÎS ÛYAR, BAVÊ AZAD, MÎR QASIMLO, Yeqîn H., FARQÎN XANEQÎN û  FATMA SAWCÎ bi berhemên xwe cih girtiye.
Kovara Hinar ku ji aliyê Kurdî-Dera Îzmîrê ve tê derxistin di warê aborî û belavkirinê de di tengasiyê de ye. Ji ber vê yekê edîrotiya kovarê diyar kiriye ku her çi be jî ewê kovarê biweþînin lê pêdiviya wan bi aboneyan û bi kesên ku li bajarên cur bi cur alîkariya wan bikin heye. Ji bo kesên bixwazin di vî warî de, yan jî li ser tiþteke din bi edîtorên kovarê re bikevin têkiliye e-mailan wan ev e: kovarahinar@hotmil.com
sýlavdan
Li Mêrdîne Festîvala Fîlman
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mêrdînê Sine Mardin îsal 6'emîn car li dar e. Festîvala ku bi alîkariya Walîtîya Mêrdînê û Þaredariya Mêrdînê tê li dar xistin ji aliyê Komeleya Ofîsa Fîlman a Mêrdînê ve tê organîzekirin.
Festîval par di heman demê de li Sûriyê, îsal di heman demê de lingeke wê jî li Baþûr tê li dar xistin.
Di festîvalê de Bi Nîþandayîna Taybet fîlmên derhêner Behmen Qubadî yên bi navê "Heyama Hespên Sermest", "Stranên Welatê Dayika Min", "Nîvê Heyvê", "Kûsî jî Dikarin Bigirin" û "Haya Kesî ji Pisîkên Îranê Nîn e" têne nîþandayîn.
Qubadî ji bo festîvalê hat Mêrdinê û gotûbêjek li dar xist. Qubadî qala naveroka fîlm nekir lê qala kiþandina fîlmekî li Mêrdînê kir û got: "Amadehiya fîlmê ku ji 7 welatên cihê yên dinyayê tevî 7 derhêneran dê bê kiþandin. Ez jî yek ji van derhêneran im. Ezê fîlmê xwe yê nû li Mêrdînê bikiþînim."
Seroka Ofîsa Fîlman a Mêrdînê Hêlîn FIRAT diyar kir ku par tevî li Mêrdînê li Helebê jî heman çalakî li dar ketin, îsal jî tevî Mêrdînê li Erbîlê li dar dixin.
Di festîvala ku heta 30'ê vê mehê li dar e de gelek kurtefîlm û belgefîlmên kurdan jî têne nîþandayîn.
5'emîn Pêþbaziya Çîrokan a Abdullah Duran dest pê kir
Pêþbaziya Çîrokan a Abdullah Duran ku Egîtîm Sena Amedê li dar dixe îsal cara 5'an dest pê kir.
Pêþbaziya ku kesên bixwazin dikarin bi berhemên xwe yên tirkî û kurdî (kurmancî, zazakî) beþdar bibin, roja serîlêdana dawî 30'ê sermawezê ye.
Di pêþbaziyê de ji bo kesê/a bibe yekemîn 1000 TL, duyemîn 750 TL û sêyemîn jî  dê 500 TL wekî xelat pere û plaketek bidin kesên bi ser ketine. Her wiha yên bibin 4, 5, 6'emîn jî dê bi xelata mansiyonê bêne xelat kirin.
Di nav endamên juriyê yên beþa tirkî de, Yavuz Ekinci, Murat Ozyaþar, Mehmet Yilmaz, Abdullah Ataþçi, Behcet Çelik, Ethem Baran û Feryal Tilmaç hene. Di beþa kurmancî de, Elîxan loran, Azad Zal, Sîdar Jîr, Edîb Polat û Omer Dilsoz, di beþa kirkdî (zazakî) de jî Cafer Yamiþ, Heyder Diljen, Suleyman Yilmaz, Mahmut Yoruk û Muzaffer Ozdemir hene.
Þertên Pêþbaziyê
1.Zimanê pêþbaziyê Kurdî (Kurmancî,Dimilî) û Tirkî ye.
2.Çîrok dê ji hêla bikaranîna zimên, wêjeyî, tevin û nirxên mirovane bêne nirxandin.
3.Ji hêla mijarê (tema) ve beþdar serbest in.
4.Dibe ku ji bo zarokan an jî ji bo mezinan hatibin nivîsandin.
5.Divê çîrok bi hêsanî bêne xwendin û heke pêkan be bi riya internetê bigihin ber destê me.
6.Divê çîrok berî 30.11.2011’an bigihine ber destê me.
7.Çîrokên ji bo pêþbaziyê bigihin ber destê me, li xwediyên xwe nayên vegerandin û mafê Eðitim- Sen Þaxa Amedê heye bi her awayî wan çap bike.
8.Li gorî derfetan, çîrokên xelatwergirtî dê çap bibin û dê bêpere li gel bêne belav kirin.
9.Di çîrokan de sînorkirina rûpelan tuneye lê çîrok divê li gorî formata çîrokê bin.
10. Beþdar, di her zimanekî/zaravayekî de, tenê bi çîrokekê dikarin beþdar  bibin.
11.Encama pêþbaziyê dê di 16.03.2012’an de aþkere bibe.
12.Merasîma xelatan dê di 30.03.2012’an de pêk were.
Ji bo þandina berheman û kesên eleqedar:
NAVNÎÞAN: Egitim-Sen Diyarbakýr þubesi Kalender Center kat:6 No:9 Yeniþehir - Amed
Tel: 0412 2232754- 0505 4823050- 0533 6358652
E-mail: abdullahduranoyku@hotmail.com
Bernameya Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney hate eþkerekirin
Batman
Þaredariya Batmanê bernameya 2'yemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney eþkere kir. Cîgira Þaredar Gulîstan Akel diyar kir ku festîval dê 6 rojan bidome û di beþên pêþbaziya belgefîlman, kurtefîlm û çîrokên fîlmên kurt de bê lidarxistin.
Li Batmanê, Þaredarî 2'yemîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li dar dixe. Par jî wekî bêþpirka kurtefîlman hatibû lidarxistin lê îsal wekî festîval dê bê organîzekirin.
Ji bo eþkerekirina bernameyê li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney a Þaredariya Batmanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.
Li gor daxuyaniya ku hate dayîn di festîvalê de dê beþên pêþbaziya belgefîlman, kurtefîlm û çîrokên kurtefîlman cih bigire. Her wiha di festîvalê de dê semîner bên lidar xistin, der barê mafên mirovan de fîlm bên nîþandan û panel û gotûbêj bên lidarxistin.
Festîval îsal dê di navbera 14-19'ê sermawezê de bê lidarxistin û kesên ku bixwazen beþdar bibin jî divê heta 3'ê rezberê serî li amadekarên festîvalê bidin.
Der barê bernameyê de Gulîstan Akel diyar kir ku ew ji ber li ser navê Yilmaz Guney xebateke wisa li dar dixin pir kêfxweþ in. Akel wiha axivî: "Me di dema þaredarê me Nejdet Atalay ê ku niha girtî ye de biryara vê xebatê da. Îsal careke din em bi hev re ne. Em ê îsal festîvalê li dar bixin. Em bi þîara 'Em bi kevneþopiya Yilmaz Guney ber bi pêþerojê ve diçin' îsal 6 rojan festîval li dar dixin. Festîval dê îsal bi 3 beþan pêk bê."
Akel, destnîþan kir ku ew ê xelatan bidin kesên dê bi ser kevin.
Kesên bixwazin beþdar bibin dikarin ji vê navnîþanê forma serîlêdanê bigirin û serî lê bidin:
www.yilmazguneyfilmfestivali.com
Herî Xweþ- AZÎZ NESÎN
Ev muze hanê nîne
Wexta ez bi tena serê xwe digerim xweþ e
Kû tu kes li salonê nebe
Maçkirina te çiqas xweþ e
Ev araqa hanê nîne
Dema ez bi te re vedixwim xweþ e
Kî  hebê bila hebê
Ji devê te yê bi araq maçkirina te gelek xweþ e
Tu ax tu
Heke tu bi min re bî xweþ e
Azîz NESÎN
BANGERÊ HOTÊ- MELE XELEFÊ BAFEYÎ
Bo cara diwê, em dê hikayeta Bangerê Hotê ji bo
xwende-vanên delal, bikin diyarî. Her wekî çawe
dibêjin.
Her di dewra Mîrê Botan de, rojekê, her di nava
civatê de, axayê gundê Hotê gote xulamê xwe:
“Filankes, Wellahî ji wextî zû ve, em ne çûne Cizîrê,
were me serek li Mîr ne xistiye. Belê, qewîtêke me jî
linik Mîr heye”.
Di bersivê de, xulamî got:
“Axayê min, de nexwe ez dê rabim biçim Cizîrê nik
Mîr ”.
Di bersivê de, axayî got:
“Gelek baþ e, de nexwe here malê taþtê bixwe, û
were min bibîne, paþê here Cizîrê, da ku tu qewîtiya
me, bi cih bîne”.
Di bersivê de, xulamî got: Belê.
Dibê, xulam ji nava civatê rabû û çû mala xwe
taþtê xwar û ji mal bi derket. Di derê malê, belê,
meyze kir ku axa, wê li serbanê qesra xwe ye.
Dibê, hemen xulamî ji bo xwe got: ”Ma ez dê ji bo
çi, biçim nik axayî. Ne her ev e min axa dît. Hemen
her ji vir ez dê bi rêka xwe biçim”.
Dibê, her ji derê mala xwe, xulam bi rê ket, û berê
xwe da Cizîrê û hate Cizîrê. Dibê, çawe xulam gehiþte
Cizîrê û çû dîwana Mîrê Bota, û destê Mîrê Bota
maçû kir, û di cihê edebê de rûniþt.
Belê, piþtî ku Mîr bi xêrhatin da xulamî û jê re got:
”Lawê delal, tu ji ku ve tê û daxwaza te çiye”?.
Di bersivê de, xulamî got: ”Mîrê min, ez ji gundê
Hotê hatime û ez bi xwe xulamê axayê Hotê me.
Axayê min , ez rêkirime nik te, ji bo ku qewêtîke wî
linik te heye”.
Di bersivê de, Mîr got: “Ew çi qewîtî ye?”.
Di bersivê de, xulamî got: “Mîrê min, Wellahî ez
nizanim”.
Mîr got: ”De nexwe ez dizanim ku ew çi qewîtî ye”.
Dibê, hemen Mîr gazî çend xulamên xwe kir û ji
wan re got:
”Ev e axayê me yê Hotê xulamê xwe rêkiriye nik
me, da ku em bangerekê jê re bi rêkin.
Vêce, herin ewî bangerê li serbanê me bidin piþta
xulamê axê, da ku ji bo axayê xwe, bibê”.
Dibê, gava Mîr weha ferman kir. Hemen çend
xulam rabûn çûn ew bangerê li serbanê mala Mîr
dane piþta xulamê axayê Hotê û baþ bi werîsekî li
piþta wî girêdan. Û xulam xatir ji Mîr xwest û ji Cizîrê
bi derket.
Dibê, wextê ku bi rê ve xulam diwestiya, hemen
xulam wê bangerî ji piþta xwe deynê xwarê û wê ji bo
xwe bibêjê: ”Ma xudêkî niha ev çi banger e Mîr dayî
piþta min!!. Hemen Wellahî ez dê evî bangerî bavêjim,
ne heta ez ewî bibim Hotê, ez dê di bin de bimirim ma
qey bangerê weha li Hotê tune ne!!?”.
Dibê, piþtî ku xulam wê weha ji bo xwe bibêjê, û
heta wisan, wê bihna xwe jî vekê û paþî, carek dî
xulam wê hizir û bîrên xwe bikê û wê ji bo xwe bibêjê:
”Wellahî eger ez evî bangerî bavêjim û her wisan
destevale ez biçim Hotê axayê min wê bibêjê tu çûwî
Cizîrê ma, kanî qewîtiya min. Hingî ez dê çi bibêjim.
Hemen Wellahî paþê Mîr û axa wê min ‘idam bikin.
Vêce, qet çênabê ku ez bangerî bavêjim, û her weha
xulam wê ji bo xwe bibêjê: De, hemen hesêb ke, min
ji nû ve banger daye piþta xwe û her ji vê re ez dê bi
rê bikevim.
Dibê, her wisan carek dî xulam wê bangerî bidê
piþta xwe û wê dibin de bimeþê, û her wisan qûnax bi
qûnax xulam meþî, heta ku gehiþte gundê Hotê.
Belê, xulamî banger li derê mala axayî danî. Belê,
axayî gote xulamî: ”Ev çiye?”.Di bersivê de, xulamî
got: ”Axayê min, ev qewîtiya te ye. Mîrê Bota ji bo te
rêkiriye”.
Di bersivê de, axayî got: ”De, Xudê xêra Mîrê Bota
binivîse û Xudê ji Mîr razî bê, ji ber ku Mîr zaniye ku
bangerê te tune ye, ev banger ji bo te bi rê kiriye”.
Dibê, gava axayî weha got, di bersivê de, xulamî
got:
”Axayê min, ne bangerê me heye”.
Di bersivê de, axayî got:
”De, here bangerê Mîr bibe serbanê xwe, pê
bigerîne, eger yek carê bitinê tu serbanê xwe bi
bangerê Mîrê Bota bigerînê êdî tu cara xaniyê te dilop
nakê”.
Belê, hikayeta (‘Agil sivikê, bargiran) bi dawî hat.
Her çendî hindek ji xelkên gundê Hotê dibêjin ew
bangerê Mîrê Bota heta niha jî li gundê Hotê dimînê,
û ew bi xwe jî bangerekî sipî ye, û tiþtek pê nehatiye.
Belê, em dibêjin wisa nîne wekî xelkên Hotê dibêjin.
Belkî em dibêjin ew bangerê ku Mîrê Bota bixêra xwe
rêkirî ji xelkên Hotê re, ew xêra Mîrê Bota weqfekî
‘am bû, her çendî berya her kesî xelkên Hotê serbanê
xwe bi ewî bangerî gerandin. Belê, paþê her ji gundê
Hotê ew banger Mîrê Bota teslîmî gelê (xelkên) welatî
bû, û gelek feqîr û mihtacan serbanî xwe pê
gerandine. Ev e îro ew bangerê Hotê ber destê me jî
ket, û me jî serbanê xwe pê gerand. Inþaellah, êdî
serbanê me jî dilop nakê, û her bi xêra Mîrê Bota ev e
me ew bangerê Hotê ji bo gelî xwendevanên delal kire
diyarî.
LI AMEDÊ FÛARA PIRTÛKAN A 2'MÎN
Bi beþdariya weþanxane û nivîskarên kurd Fûara Pirtûkan a Amedê deriyên xwe vedike.
Fûara Pirtûkan a Amedê îsal 17'ê gulanê dest pê dike û 22'yê gulanê bi dawî dibe. Îsal weþanxaneyên kurdan jî têde li dor 100 weþanxane û saziyên sivîl beþdarî fûarê dibin. Di fûarê de konferans, gotûbêj, panel, helbestxwendin jî têde li dor 40 çalakiyên çandî dê li dar bikevin. Her wiha li dor 300 nivîskarî jî dê li fûarê amade bin û pirtûkên xwe îmze bikin.
Fûar her roj dê di di navbera saetên 10.30-20.30'yî dê deriyên wê vekiribîn lê roja dawî dê saet 19.30'î de bê girtin. Her wiha ketina fûarê jî bê pere ye.
Îsal weþanxaneyên kurdan ên wekî Aram, Ava, Avesta, Belkî, Deng, Do, Lîs, Nûbihar, Perî, Ronahî, Vate û Weþanên Evrenselê ku digel pirtûkên kurdî ev salên dawî bi kurdî jî pirtûkan çap dike beþdarî fûarê dibe. Di nav saziyên sivîl ên ku beþdarî fûarê dibin de jî Þaredariya Bajêr a Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê, Þaxa PEN'ê ya Amedê û kovara Tîrojê dê standê vekin.
Ji nîqaþa klasîkên kurdî bigire heta çîroka kurdî, heta wêjeya kurdî ya li Kafkasê, heta rojnamegeriya kurdî û azadî dê gelek mijar bêne nîqaþkirin.
Vaye ji bernameya Fûara Amedê hin çalakî:
17 Gulan 2011
Salona Konferansê
Saet 14.45-15.45
Gotûbêj: Ev Çîroka Min e
Axaftvan: Yavuz Ekinci Sazker: Dogan Kitap
Saet 16.00-17.00
Gotûbêj: Di Çarçoveya Zanistê de Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî
Axaftvan: Mehmet Þahîn, Feratê Dengizî, Netîce Altûn
Sazker: Enstîtûya Kurdî ya Amedê- TZPKurdî
Saet 17.15-18.15
Panel/: Navên Bingehîn ên Wêjeya Kilasîk a Kurdan: Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û Mela Huseynê Bateyî
Moderator: Suleyman Çevik
Axaftvan: Selman Dilovan, M. Xalid Sadinî, Ayhan Geverî
Sazker : Weþanên Nûbiharê
18 Gulan
Salon Konferansê
Saet 12.00-13.00
Gotûbêj: Axaftinên Aþtî û Biratiyê
Axaftvan: Berken Bereh, Þeyhmus Diken, Hesen Silêvanî, Hicri Ýzgoren, Ýbrahim Halil Kagar, Leyla Erdogdu, Halide Yildirim, Ýrfan Temel, Beyar Bavî, Dilbirîn Haro, Arjen Arî, Rehman Marînî
Sazker: Weþanxaneya Lîs
Saet 13.15-14.15
Gotûbêj: Turabîdîn û Beriyê: Eþîr, Ol, Ziman û Çand
Axaftvan: Altan Tan
Sazker: Weþanên Nûbiharê
Saet 14.30-15.30 Panel:
Çîrok û Çîroka Kurd
Moderator: Mehmed Çakmak
Axaftvan: Sîdar Jîr, Rodi Zinar, Îsmaîl Dîndar, Ronî War
Sazker: Komeleya Nivîskarên Kurd
Saet: 15.45-16.45 Gotûbêj
“Fêrîkê Ûsiv: Hesretdeftera Sedsalekê”
Axaftvan: Kawa Nemir
Sazker: Weþanxaneya Lîs
Saet 17.00-18.00
Gotûbêj:Rewþenbîrî û Xweseriya Demokratîk:
Axaftvan: Nijad Yarûk, Mazhar Duderî, Meral Daniþ Beþtaþ, Xecê Yaman
Sazkar: Enstîtuya Kurdî ya Amedê - TZPKurdî
Saet 18.15-19.15
Gotûbêj: Di "Mem û Zîn" û Ehmedê Xanî de Nasname û Pedagojiya Diyalektîk
Axaftvan: Gulten Madenli, Nihat Gultekin, Senar Turgut
Sazker: Weþanên Belge
19 Gulan
Salona Konferansê
Saet: 11.00-11.45
Panel: Bandora Wêjeya Kurd li ser Pirsa Kurd
Moderator: Welat Dilken
Axaftvan: Îrfan Amîda, Dilawer Zeraq, Þener Ozmen, Sebrî Silêvanî, Sîdar Jîr
Sazker: Weþanxaneya Lîs
Saet 13.00-13.45
Gotûbêj: Þewq û Payîz
Axaftvan: Fatma Savci
Sazker: Weþanxaneya Avesta
Saet 14.00-15.00
Gotûbêj: Di rojnamegeriya Kurdî de Welat û Azadî
Moderator: Ganay Aksoy
Axaftvan: Rênas Jiyan, M. Emin Yildirim, Nuri Firat
Sazker: Komeleya Nivîskarên Kurd
Saet 15.15-16.15
Gotûbêj: Ji bo Adnan Satici
Axaftvan: Mehmet Ozer, Hicri Ýzgoren, Ahmet Telli, Lal Laleþ, Fikret Biçici
Sazker: TUYAP
Saet 16.30-17.30
Gotûbêj: Di pey yên çûyî de
Axaftvan: Osman Baydemir, Migirdiç Margosyan, Þeyhmus Diken
Sazker : Komeleya Nivîskaran PEN - Weþanxaneya  Aras
Saet 17.45-18.45
Panel: Xwendinên Wêjeyî li Diyarbakýr: “Bedewkariya Vegirtinê”
Axaftvan: Birgul Oguz, Tahir Urper, Abdullah Çelik
Sazker: Navenda Çanda Diyarbakir
20 Gulan
Salona Konferansê
Saet 12.00-13.00
Gotûbêj: Di Çarçoveya Têkoþîna Civakî de Çapemeniya Welatparêz, Civakparêz û Þoreþger
Axaftvan: ToGay Okay, Soner Çiçek, M. Emin YÝldirim
Sazker: Weþanên Umut
Saet 13.15-14.15
Gotûbêj: Navnîþan HelbestAxaftvan
: Hicri Ýzgoren
Sazker: Weþanxanaya Avesta
Saet 14.30-15.30
Gotûbêj: Di Kurdî de “Kapital Manga” û “Komunîst Manifesto
Axaftvan: Tarik Ziya Ekinci, Sami Tan, Þeyhmus Diken
Sazker: Yordam Kitap
Saet 18.15-19.15 Gotûbêj
. Romana Feqiyê Teyran Axaftvan: Ronî War
Sazker: Weþanên Ava
Saat: 19.30-20.30
Gotûbêj: Enstîtuya Zimanên Heyî, TRT6 û Helwesta Mirovî ya Kurdan
Axaftvan: Mevlut Aykoç, Nûrî Firat, Mihemed Devîren, Þîlan
Sazker: Enstîtuya Kurdî ya Amedê - TZPKurdî
21 Gulan
Salona Konferansê
Saet 11.00-11.45
Gotûbêj: Wêjeya Gel û Romana Kurd a Nûjen
Axaftvan: Edib Polat, Arjen Arî, Þener Ozmen
Sazker: Weþanxaneya Evrensel
Saet 16.45-17.45
Gotûbêj: Ji Bo Aþtiyê
Axaftvan: Arjen Arî, Gulsum Cengiz, Tarik Gunersel, Lal Laleþ, Ali Þen
Sazker: Komeleya Nivîskaran PEN
Saet 19.15-20.15
Gotûbêj: Rewþ û Pêvajoya Edebiyata Kurdî ya li Kafkasan:
Axaftvan : Tosinê Reþîd
Sazker: Weþanxaneya Ronahî
22 Gulan
Salona Konferansê
Saet 11.00-11.45
Gotûbêj: Helbestek û Çîrokek
Axaftvan: Çetin Duran, Mehmet Alparslan, Nursel Aras, Pelin Yilmaz
Sazker: Weþanxaneya Ava
Saet 13.15-14.15
Gotûbêj: Di Wêjeya Zarok û Ciwanan de Duzimanî û Biratiya Çîrokan
Axaftvan: Gulsum Cengiz, Ýsmail Dindar, Omer Polat
Sazker: Weþanên Evrensel
Marþa Enternasyonalê
Þîyar be ji xewê þîyar be
Þîyar be êdî Cîhana bindestan
Li hemberî zilme qehra me volqan e
…Ev þerê man û nemanê ye
… xera bikin em vê pergala kevnar
Em alemeke din dixwazin
Kesên kû me nahesibînin êdî bila zanibin
Ji îro û pêda her tiþt em in
Ev þerê dawîyê
Þerê me ye êdî
Bi Enternasyonalê
Xelas dibe mirovahî
Xweda, patron,  Beg, axa û siltan
Dê me çawa xelas bikin
Tiþta me xelas bike
Dest û milên me ne
Agirê serhildanê gur bike
Zilmê bi bayê biqewerîne
Bi hemû hêza milên xwe
Li hesinê germbûyî bide
Ev þerê dawîyê
Þerê me ye êdî
Bi Enternasyonalê
Xelas dibe mirovahî
Hemû fabrîka û hemû ax
Her tiþt malê kedkaren e
Em kedxwaran nasnakin êdî
Divê her tiþt bibe yê kedkaran
xwîna kû celada rijandî
Dê rojekê wan bixeniqîne
Ji nava asoya deryaya xwîne
Dê rojeke sor bidê der
Ev þerê dawîyê
Þerê me ye êdî
Bi Enternasyonalê
Xelas dibe mirovahî
Gotin: Eugene Pottier (Paris 1871)
Muzîk: Pierre Degeyter (1888)